Parlamenterên Swîsreyî: Divê hikûmet dijî tecrîdê dest bi hevdîtinan bi Tirkiyê re bike

Parlamenterên Swîsreyî yên ji Partiya Sosyalîst bang li hikûmeta Swîsreyê kir ku ji bo rakirina tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinan bi rayadarên Tirkiyê re bike.

Parlamentera Swîsreyî ya ji Partiya Sosyalîst Fehlmann Rielle Laurence têkildarî tecrîda ser Rêber Ocalan bi sernavê “Divê em lîderê Kurd Abdullah Ocalan ji nava tecrîdê derxînin” 5’ê gulanê pêşnûmeyek pêşkêşî Meclisa Federal kir.

Ev pêşnûme ji aliyê 14 parlameteran ve hate îmezakirin.

Di pêşnûmeyê de hat gotin ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dijî hiqûqa navnetewî ye.

Hate bibîrxistin ku heyetek ji CPT gulana 2019’an serdana girtîgeha Îmraliyê kiribû û daxwaz kiribû ku di mijara ‘ewlekarî’ û hurmeta li mafên mirovan hevsengiyek pêk were.

Parlamenterên Swîsreyî di pêşnûmeya xwe de daxwaz ji Konseya Federal a Swîsreyê kir ku ji bo rakirina tecrîda ser Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi rayedarên Tirkiyê re dest bi hevdîtinan bike.

Back to top button