HPG dimenê bikaranîna bombeya taktîk nukleer parve kir

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla sûcê şer dike.
Dewleta Tirk a dagirker roja 13’ê Tîrmehê bi bombeyên taktîk nukleer êrîşên çeperên gerîla kir.
Ev dîmenên bombeyên qedexekirî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagiker ve hatiye karanîn ANF par ve kir.

Dewleta Tirk a dagirker di şerê gerîla de ku têk çûye serî li bikaranîna bombeyên nûklerî dide.

Dîmenên ku dema artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer êrîşî çeperên gerîla ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, gihiştin ANF’ê.

Ev êrîşa bi bombeyên taktîk nukleer 13’ê Tîrmehê di saet 10.12’an de li Qada Berxwedanê Girê FM a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatiye kirin.

Dîmen ji aliyê gelê herêmê û gerîlayan ve hatin kişandin.

Di dîmenan de bandora teqîna bombeya taktîk nukleer tê dîtin.

HPG: 11-13’ê Tîrmehê jî li Zapê ev çek hatin bikaranîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 14’ê Tîrmehê de ev tişt diyar kiribû:

“Artêşa Tirk a dagirker 11 û 13’ê Tîrmehê bi bombeyên taktîk nukleer ên qedexe, rojava û rojhilatê Zapê bombe kiribû.

Dengê bombebarana di kîlometre dûrahiyê de hatibû bihîstin û bandora teqînê li derdoreke gelek fireh belav bibû.”

Murat Karayilan: Ev 2 sale çekên qedexekirî li dijî hêzên me tên bikaranîn

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî roja 12’ê Tîrmehê bal kişandibû ser çekên qedexe yên ku artêşa Tirk bi kar tîne û ev tişt gotibû:

“Hema bibêje 2 sal û nîv in bi sed hezaran bombeyên qedexe li vê qadê hatin karanîn.

Her cure madeyên kîmyewî hatin ceribandin.

Bombeyên termobarîk hatin bikaranîn; bombeyên fosfor hatin avêtin

Û herî dawî bombeya ku tenê li envantera welatên endamên NATO’yê tê dîtin li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî hêzên me hat bikaranîn.

Û encex bi erêkirina NATO’yê dikare were karanîn”

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer, piştî civîna NATO’yê zêde bûne û ev yek bal dikişîne.

Back to top button