Li Şêrawa bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat li dar xistin

Îro KPC-D’ê û Tevgera Çand û Hunerê şahiyek bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ku dikeve 15’ê Gulanê li gundê Xurûbkê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan mamost, xwendekar û şêniyên gundên navçeya Şêrawayê beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê, kesên di şahiyê de axivîn Cejna Zimanê Kurdî li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî têkoşerên azadiyê pîroz kirin û gotin:

Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye.

Dîroka Cejna Zimanê Kurdî ji dema derxistina kovara Hawarê bi destê Celadat Elî Berdirxan tê.

Ji bo parastina zimanê kurdî ji qirkirinê bi hezaran gelê Kurd canê xwe da û heta roja îro di oxira zimanê kurdî de canê xwe didin.

Piştî axaftinan, komên çandê stran gotin û dîlan hat gerandin.

Şahî bi şanoyekê li ser girîngiya zimanê kurdî bi dawî bû.

 

 

 

Back to top button