Li herêma Zabilê 11 kesan di teqînekê de jiyana xwe ji dest da

Li herêma Zabilê ya Efxanistanê 11 kesan di teqîna otûbusekê de jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê herêma Zabilê got ku duh bi şev herî kêm 11 kes di teqîna otûbusekê de mirin û bêtirî 25 jî bi giranî birîndar bûne.

Wezareta Hundirîn da xuyakirin ku otobus, bi bombeyekê hat armanckirin.

Wezaretê, tevgera Talîbanê ya ku agirbest heya 3 rojan bi boneya Cejina Remezanê ragihandiye, bi vê bûyerê tawanbar dike.

Li herêma Perwanê 2 kes di teqînekê de mirin û 9 jî birîndar bûn

Li gorî rayedarên Efxan, li herêma Bol Matakê ya herêma Perwanê jî; 2 kesan vê sibehê di teqîna bombeyekê de jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneyeke nêzîk hatin veguhastin.

Back to top button