Mihemed Şêxo: Divê civaka navnetewî ji van komelyan hişyar be

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo hişyarî li ser belavkirina komeleyên tundraw li herêmên dagirkirî yên Sûriyê da. Mihemed Şêxo diyar kir ku ew ditirsin ev herêmên dagirkirî vegerin kaniya tundrawê. 

Komeleyên tunderaw bi navê “komleyên Xêrxwaz” li herêmên dagirkirî yên Sûriyê belav bûne.

Ya dawî jî “Komeleya Xêrxwaz a Qefqasyayê” 25’ê Nîsana borî li Serê Kaniyê hat vekirin, lê xebata ku dê pê rabe diyar nekir.

Her wiha”Komeleya Şam El-Xêr a Mirovahiyê” a Kuwêtî ku li Efrînê hat çalakkirin, bûye cihê metirsiyê ku ev alî di bin navê xebatên mirovî de fikirê tundrew li herêmên dagirkirî belav bikin û piştgiriyê bidin wê.

Li ser mijarê, Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo hişyarî da û diyar kir ku rêxistin û komeleyên nerewa ku xwedî taybetmendiyeke îslamî ya tundrew in, belav bûne û li van herêman hatin cihê xwe girtin.

Mihemed Xêr Şêxo destnîşan kir ku ev komele dê hewcedariyên şêniyan ên mirovane bi kar bînin û bi rêya hin projeyên geşkirinê dê pere û xwarinê ji wan re pêşkêş bikin û bi vê dixwazin şêniyan qezenc bikin.

Şêxo got:

“Me dît çawa dewleta Tirk beriya niha teror derbasî herêmên Sûriyê kir, ji lew re em ditirsin ku ev herêmên dagirkirî cihê derketina van koman be jî..

Xeterî ne tenê gefan li Sûriyê dixwe, lê belê li dewletên cîran jî dixwe, ji ber ku dewleta Tirk dê fikirê tundraw li wan herêman belav bike.”

Hevserokê Meclisa Rêveber da zanî ku ev kom li hember van herêman kînê dikişîne û dixwaze tola DAIŞ’ê rake, lewra divê civaka navneteweyî jî xeterî û çalakiya van komên li van herêmên ku di rewşeke tevlihev de dijîn, haydar be.

Back to top button