Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêber APO kir.
TJK-E, di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema azadiya Rêber Apo ye’ li gelek bajarên Ewropayê di 12’ê Gulanê de wê çalakiyan li dar bixe.
TJK-E diyar kir ku ji bo berxwedana Gerîla û azadiya Rêber Apo, bi milyonan mirov diherikin qadan û wê hîn jî biherikin, lewra hêzên mîtînger dê nikare li pêşiya vîna gelê Kurd bibe asteng..
TJK-E bang li gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku dakevin meydanan û berxwedanê mezin bikin.
“Azadiya rêbertî ew e ku fikirê wî di kesayet û malbatên xwe de bikin çand”
Têkildarî heman mijarê, Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ednan Kalo diyar kir ku azadiya rêbertî ew e ku fikir û felsefeya wî di kesayet û malbatên xwe de bikin çand.