2200 pakêtên xwarinê li ser koçberên Serê Kaniyê hatin belavkirin

Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşedanê 2200 pakêtên xwarinê li koçberên Kampa Serê Kaniyê belav kir.

Alîkarî bi riya komînên li kampê li ser malbatên koçber hatin belavkirin.

Endamê Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşedanê Welîd Elo diyar kir piştî Kapma Serê Kaniyê, ew ê alîkariyê li Kampa Waşokanî jî belav bikin.

Welîd Elo diyar kir ku rêxistinên din ên li kampê dixebtin piştgirîyê nadin koçberan û bang li wan kir ku alîkariya koçberên li kampan bikin.

Back to top button