Îran bi awayekî fermî ragihand ku li gel Siûdiyê danûstandinan dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade bi awayekî fermî ragihand ku ew bi Erebistana Siûdî re dan û standinan dikin.

Seîd Xetîbzade got, welatê wî bi Siûdiyê re danûstandin pêk anîne û mijarên dualî û herêmî hatine nîqaşkirin.

Xetîbzade diyar kir ku wan her tim pêşwaziya van diyalogan kir û got,

“Em ê li benda encamên diyalogê bin û li gorî encaman em ê biryarê bidin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hêvî kir ku di têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî de bigihêjin lihevkirinekê û anî ziman ku ew ê di wê derbarê de hewldanan bikin.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê jî ji Reutersê re gotibû welatê wî danûstandinan bi Îranê re dike.

Beriya çend rojan jî serokê Iraqê Berhem Salih diyar kiribû ku di dema dawîn de li Bexdayê gerên diyalogê di navbera Siûdî û Îranê de hatine lidarxistin.

Back to top button