Rêveberiya Jinê ya Tebqayê: Bila civaka navdewletî li pişt hêzên me be

Rêveberiya Jinê ya Herêma Tebqayê salvegera 4’emîn a rizgakirina Tebqayê ji destê DAIŞ’ê pîroz kir.

Rêveberiya Jinê ya Herêma Tebqayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bi yekgiritin û fedekariya pêkhateyên herêmê Tebqa hat rizgarkirin.

Hat gotin di van 4 salên dawî de şêniyên herêmê bi hevgirtina xwe hemû planên li ser herêmê pûç kirin.

Hat diyar kirin kiyarên dewleta Tirk ku niha li ser herêmê pêk tîne ji kiryarên DAIŞ’ê ne dûr in.

Rêveberiya Jinê ya Herêma Tebqayê soza domandina riya şehîdan ji bo parastina destkeftiyan da û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî terora DAIŞ’ê piştigiriya hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Back to top button