Artêş Tirk a dagirker gundên Şehbayê topbaran kirin

Êrîş û topbarana artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Şehbayê bênavber dewam in.

Artêşa dagirker duh dîsan gundên Eyndeqnê û Bêloniyê yên kantona Şehbayê, topbaran kir.

Hemwextî topbarana li ser gûndên navborî, çeteyên artêşa dagirker jî bi muşekan gundê Um Hoş topbaran kirin.

Derbarê encamên êrîşan de ti agahî nehatin bi dest xistin.

Artêşa dagirker berî du rojan jî êrîşî gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî kirin.

Back to top button