TEV-ÇAND: Emê xebat û têkoşîna Hozan Mizgîn herdem bikin mînak

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Şehîd Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta wê de bibîranî û diyar kir Hozan Mizgîn bi hunera xwe ya şoreşgerî her tim dijî û ewê timî bibe mînak.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi boneya salvegera 29’an ya şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Şehîd Mizgîn û şehîdên din ên Çand-Hûnerê weke nûnerên xeta tevgera çand û hunerê hatine ragihandin û hat gotin, roja 11’ê Gulanê ya ku hozan Mizgîn şehîd bûye, ji bo TEV-ÇAND’ê Roja Şehîdan hatiye îlankirin.

TEV-ÇAND’ê destnîşan kir ku Şehîd Mizgîn bi kesayetiya xwe ya cihêreng rêya hunerê ronî dike û dibe çavkaniya hêzê û wiha dewam kir,

“Berî her tiştî bû kesayetek pêşeng a îdeolojiya azadiya jinê. Ew şoreşgerke girêdayî gel û heskirya walatê xwe bû. Ew bi deng û bi hunera xwe ya rast mîna hunermendekê, bûye xwedî kesayeteke piralî.”

Komîteya TEV-ÇAND’ê di dawiyê de diyar kir ew ê jiyan û ezmûnên Hozan Mizgîn yên têkoşînê di xebatên xwe yên çand û hunerê de bikin mînak.

Back to top button