Dûran Kalkan: Divê gelê Kurd her derê bike qadên berxwedanê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji bo qirkirin û tinekirina kurdan li çar aliyên Kurdistanê wan dike armanc.

Kalkan bang li kurdan û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzmê her derê bikin qadên

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re derbarê îrîş û planên Tirkiyê li ser Kurdan axivî.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku bi armanca qirkirin û tinekirina Kurdan, dagirkeriya Tirk li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd û Kurdistanê dike armanc, divê gelê Kurd jî her derê bike qadên berxwedanê.

Kalkan axaftina bi telefonê ya Serokê DYA Joe Biden a bi Erdogan re bi bîr xist û anî ziman ku 23 Nîsanê di roja avabûna Meclisa Tirkiyê de, Biden peyma piştgiriya êrîşên li dijî kurdan da Erdogan.

Duran Kalkan got:

“Em têdikoşin, tehdeyê lê dikin, siyaseta zîhniyeta mêtinger faşîst tengav dikin, bi sînor dikin, tînin ber hilweşînê, yekser Ewropa, Amerîka, Rûsya destê xwe dirêj dikin û hewl didin rizgar bike. Ev sîstem faşîzmê li ser piyan dihêle.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê bi tunekirin û tasfiyekirina PKK’ê ya ku azadiya Kurdan dixwaze, hewl dide pêşî li qirkirina Kurdan veke.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wê kengî biaxive?

Dûran bêdengiya Bexda û Hewlêrê ya li ser êrîşan weke piştgiriyek veşartî bi nav kir û wiha pirsî:

“Eger di dema dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de bêdeng dimîne, wê kengî biaxive?

Gelo ev parlamentoya Başûrê Kurdistanê tenê ji bo biryaran li dijî PKK’ê bide ava bûye?

Bila carekê jî li dijî dewleta Tirk biryarê bide ku em jî bibînin. ”

Artêşa Tirk ketiya xefka gerîla, heta niha 147 lşker hatine kuştin

Dûran Kalkan îşaret bi berxwedaniya gerîla ya li hemberî êrîşan kir ku artêşa Tirk ketiya xefaka gerîla û da zanîn ku heta niha 147 leşkerên Tirk hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn, zerar li çend helîkopteran bûye.

Dûran Kalkan: Werin em Kurdistanê bi hev re biparêzin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan banga “Werin em Kurdistanê bi hev re biparêzin” dubare kir, her wekî bang li kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat kir ku li her derê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo hilweşandina vê siyaset û zîhniyeta mêtinger qirker a faşîst têkoşînê mezin bikin.

Back to top button