YE: Divê hikûmeta Başûr darizandina adilane pêk bîne

Yekîtiya Ewropayê cezayê 6 salan li ser 5 rojnamegerên Başûrê Kurdistanê rexne kir û xwest darizandina adilane pêk bê.

Delegasyona Iraqê ya YE û nûnerên dîplomatîk bi daxuyaniyekê fikarên xwe anîn ziman.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara dadgehê ji bo ragihandina dengên cûda yên Başûrê Kurdistanê û ji bo ku rojnameger bê tirs karên xwe bikin, astengiyeke mezin e.

Her wiha bang hat kirin ku, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê derbarê mafên mirovan, darizandina adilane û azadiya îfadekirin û çapemeniyê de berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî jî cezaya li ser rojnamegeran şermezar kir.

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li rojnameger Şerwan Şerwanî, Guhdar Zebarî û Ayaz Karam, çalakger Şivan Seîd Omer û Harîwan Îssa, cezayê 6 sal girtîgehê hatibû birîn.

Back to top button