Kirby: Em û Îran li tengava Hurmuzê hatin pêşberî hev

DYA diyar kir ku li Tengava Hurmuzê dîsa ew û Mûxafizên Şoreşê yên Îranê hatine hemberî hev.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA John Kirby diyar kir ku li Tengava Hurmuzê dîsa navbera wan û keştiyên Îranê de alozî çêbûye.

John Kirby îddîa kir ku 12 keştiyên Mûxafizên Şoreşê herî kêm 140 metreyan nêzî keştiyeke binê avê ya wan bûye.

Kirby diyar kir di dema bûyerê de herî kêm 7 keştiyên wan hebû û ji keştiyên DYE ji bo hişyariyê çek hatine berdan.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA îddîa kir ku Mûxafizên Şoreşê yên Îranê berê jî keştiyên wan tacîz kirine û îddîaya du hefte berê dubare kir.

Kîrby diyar kir ku li herêmê wê ‘mafê xwe yê parastinê ya rewa’ bi kar bînin û ev yek jî weke mafê xwe pênase kir.

Tengava Hurmuzê ji bo çûna ji Okyanûsa Hîntê ber bi Kendava Basrayê cihekî mecbûrî ye, ji ber tengbûnê jî berê jî aloziyên wisa çêbûbû.

Herî dawîn di dawiya meha Nîsanê de keştiyên DYE ji bo hişyariyê gule bera keştiyên Îranê dabûn.

Back to top button