Îranê derî li bernamzetiya serokomartiyê vekir

Îranê derî li pêşkêşkirina daxwazên bernameztiya hibijartinên serokatiya komarê vekir.

Li paytexta Îran, Tehranê qeydkirina navên bernamzetên ji bo hibijartinên serokatiya komarê dest pê kir.

Qeydkirina navan dê heta şemiyê dewam bike, tê payîn ku hilbijartin 18`ê Hezîrana vê salê werin lidarxistin.

Rûhanî duh şertên namzetiyê yên ku meclisa paratina destûrê ragihandine, red kiribû.

Wezîrê Karên Hundirîn Ebulrîda Rehmanî Fedlî teqez kiribû ku guhertinên di qanûnê de divê ji parlamantoyê derkevin.

Ji bo bernamzetiyê heta 18`ê Hezîranê dem hatiye diyarkirin.

Back to top button