Şehîd Mizgîn dengeke ku vedenga wê di hunera şoreşgerî de dewam e

Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî bû yek ji damezirênerên hunera kurdî ya resen û rêya têkoşîna şoreşgerî, çandî û leşkerî ji bi hezaran jinan re vekir. Êdî deng û lehengiya Hozan Mizgîn di têkoşîna jinan û stranan de dihat jiyîn. Mizgîn bû stran û wek stranên xwe di nav gelê Kurd û jinan de bi nav û deng bû. Jinên ciwan bi dengê Hozan Mizgînê xwe digihîjînin ruhê hunerî û bi deng û stranên xwe tevli têkoşîna azadiya jinan dibin.

Rêwîtiya jinên Kurd bi lehengî û fedekariyan dagirtî ye.

Di dîroka Kurdan de gelek jinên şoreşger mîna Rindê Xan, Meryem Xan, Eyşe Şan û Hozan Mizgîn derketin e.

Wan mohra xwe li hunerê û stranbêjiya şoreşgerî xist.

Şoreşa rizgariya Kurdistanê, di heman demê de şoreşa hunera resen a li dijî siyasetên asîmîlasyonê bû.

Ji wan Şoreşgeran, şehîd Gurbet Aydin “Hozan Mizgîn” e.

Mîzgîna lenheg xwedî nav û deng.

 

Mizgîn dengkekî bi ruhê şoreşgerî dagirtî ye

Hozan Mizgîn sala 1962`an li gundê Bilaydir ê girêdayî Êlihê ya Bakurê Kurdistanê çav li dine vekir.

Wê bi rêya fermandar Masûm Korkmaz “Egîd” tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir.

Li Batmanê tev li tevgerê bû, piştre berê xwe da Akademiya Masûm Korkmaz a li Lubnanê.

Li wê derê bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û perwerdeya îdeolojî û leşkerî dît.

Mizgîn sala 1983`an li Ewropayê tev li çalakiyên rêxistinî bû, her wiha beşdarî çalakiyên çandî û hunerî li Hunerkohê bû û beşdarî damezirandina Koma Berxwedan bû.

Dengê Mizgîn bandoreke mezin li gel kir, her Kurdekî di dengê wê de kurdiyatî û nîtşiman-parêzî hîs dikir.

Bi dengê xwe yê xweş gelek stranên şoreşgerî gotin wekî,

Şoreşger

Welatê min

Partîzan

Lo Hevalno

Ew hunermend û di heman demê de şoreşger û têkoşera ji bo azadiya jinê ye.

Wê roleke mezin di belavkirina çanda hunera şoreşgerî de lîst û bû nimûneya jina azad û têkoşer.

Her tim digot:

Ezê stranên xwe yên herî xweş li çiyayên Kurdistanê bi rêwiyên azadiyê re bêjim

Bi destekî çek û bi destê din tembûr, Mizgîn şehîd bû

Sala 1990`î Hozan Mizgîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû fermandara eyaleta Gerzanê.

Wê li kêleka pêşxistina hunera şoreşgerî, çalakiyên gel jî bi rêve bir.

Piştre berê xwe da Toran a Bakurê Kurdistanê, bi destê çek û bi destê din jî tembûr rakir.

Şehîd Mizgîn 11`ê Gulana 1992`an di şerê bi artêşa Tirk re şehîd bû.

Têkoşîna di vê çarçoveyê de, bi Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re mezintir bû û jinan cihê xwe tê de girt û xwe di qadên çand û hunerê de bi pêş xist.

Back to top button