HPG: Li Metîna gerîla ji hewayê ve li dagirkeran xist

Li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn yên başûrê Kurdistanê şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên HPG’ê de bê navber dewam dike.
HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna ji hewayê de li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Her wiha HPG’ê da zanîn di encama şerê bi artêşa Tirk a dagirker re li Amedê 6 gerîlayên jin şehîd bûn.

Ji 23’ê Nîsanê ve êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di çarçoveya pêngavan de bersiva êrîşan didin û rojane derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Raginandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 10’ê Gulanê li herêma Metîna li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûra ji hewayê ve du çalakî pêk anîn.

Hat gotin di van her du çalakiyan de derb li artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

HPG’ê destnîşan kir, 29’ê Nîsanê li herêma Şehîd Remzî ya eyaleta Amedê, di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a ku dest bi operasyonê kiribû, de şer qewimî.

Hat diyar kirin di vî şerê ku tevahiya rojê dewam kir de 6 gerîlayên jin yên bi navên Nûjîn, Berfîn, Besê, Eser, Jiyan û Têkoşîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

HPG’ê da zanîn ji ber şehadeta gerîlayan hejmara leşkerên ku hatin kuştin nehate zelalkirin.

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat gotin, 10’ê Gulanê helicopter û balafirên şer herêmên Metîna, Zendûra, Zap, geliyê Çemço, Avaşîn û Mamreşo bombebaran kirin.

Back to top button