Wesayîta NASA ya nimûneyên ji asteroîda Bennû yê komkirî vedigere cihanê

Ajansa Hewayî û Fezayê ya Amerîka (NASA) ragihand ku wesayîta fezayê ya bi navê Osriris-Rex bi nimûneyên ji asteroîda bi navê Bennu kom kirî, vedige cîhanê.

Hate ragihandin ku Osriris-Rex sala 2018’an gihişte asteroîda Bennûyê.

Despêkê, parçeyên li ser rûyê erdê yên tarî ku ji aliyê karbonê ve dewlemend kom kir.

Piştre motorên xwe pêxist û ket ser rêka 286 milyon kêlometre ya vegera li cîhanê.

Wesayîta ku 2016’an ji navenda fezayê ya Cape Canaveral a Filorîda ya NASA’yê hate şandin, di rêwîtiya xwe ya ku wê 2 salan dom bike de, ji bo bigihêje cîhanê divê 2 tûran li dorî Rojê bizivire.

Her wiha tevî 286 milyon kêlometre dûre jî, li gorî rêgeha daîreyî ku dişopîne wê 2,3 milyar kêlometre rê biçe.

Hate ragihandin ku wê Osriris-Rex an bi qasî wesayîteke navîn meznahiya wê heye, 24’ê Îlona 2023’an têwîtiya xwe temam bike.

Mirovên zanyar Cotmeha 2020’an hêviyên xwe yên ji karbona ku li ser bermahiyên xirbeyên bi giraniya qasî 200-400 gram ku ji Bennû bigihîne cîhanê bicûşin.

Ev yek jî ji bo têkildarî hinek nepeniyên pêkhatina jiyana li cîhanê ya ji sîstema rojê pêk hatine, kifş bikine.

Back to top button