WHO mûtasyona vîrûsa Hindistanê xist nava lîsteya “fikaran çêdike”

Zêdebûna pêketî û miriyên vîrûsa Corona li Hindistanê, Rêxistina Tendurestî ya Cîhanê xiste nava fikar û lêkolînan.
Rêxistinê, mûtasyona vîrûsa Corona ya li Hindistanê bi “mûtasyona fikaran çêdike” bi nav kir.

Dîmenên ku ji Hindistanê derdikevin, karîseta mirovî ya ku rûdide nîşan dide.

Rewşa metirsîdar ya li welat, Rêxistina Tendurestî ya Cîhanê xistiye nava fikaran.

Rêxistinê diyar kir ku mûtasyona vîrûsê ya B.1.617 ku li Hindistanê derket, cîhan xistiye nava fikaran.

Ev mûtasyona vîrûsê bi awayekî leztir belav dike, nexweşiyên giran bi xwe re derdixe û berxwedana laş ya li dijî wê kêmtir dike.

Heta niha ev şêweyê vîrûsê li 30 welatan hatiye dîtin.

Beriya niha, mûtasyonên li Birîtanya, başûrê Afrîka û Brezîlya jî bi heman rengî bûn.

Li ser têkiliya navbera mûtasyoana vîrûsê ya li Hindistanê û sedemên belavbûna zêde ya mirî û pêketiyan, lêkolîn tên kirin.

Hidistan welatê duyemîn yê cîhanê bi zêdebûna jimarê şêniyên xwe tê naskirin.

Di 24 saetên dawiyê de 366 hezar û 161 kes bi vîrûsê ketin û 3 hezar û 754 jî mirin.

Di vê navberê de Hindistanî kes û karên xwe yên ji ber vîrûsê mirine, bi şewitandinê oxir dikin.

Back to top button