Filistîn..Ebbas: Li welat cejin nayê pîrozkirin

Belê piştî van aloziyan, di nava qada herêmî û navnetewî de jî dengvedanek heye.
Welatên Ereban li cihê piştevaniya bi Filistînê, ketine ber rêya rawestandina şer.
Amerîka li cihê êrîşên Îsraîlê êrîşên Hemasê şermezar kir.
YE jî banga rawestandina êrîşan li herdû aliyan kir.

Rewşa li Filistînê rê li ber herseke zêde ya herêmî û navnetewî vekiriye.

Li gorî ajansa nûçeyên Filistînê WAFA, Serokê welat Mehmûd Ebbas biryara da, ji dervî nimêja olî ya li welat wê ti pîrozbahiyên cejnê pêk neyên.

Her wiha ji ber şîna li welat wê nîvê alan werin daxistin.

Yekîtiya welatên Ereban: îsraîl ji aloziya heyî berpirse

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Welatên Ereb Ehmed Ebû El-Xeyt jî got:

Êrîşên Îsraîlê yên hewayî bi ser Xezayê bi awayekî bêserûber û bê berpirsyarî pêk hatine.

Ebû El-Xeyt bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestina kiryarên tundiyê bikevin nava tevgerê.

Ji bilindbûna xeteriya li Qudisê jî, Îsraîl berpirsyar dît.

Misir û Qeter ketine nava hewildanên rawestandina şer

Li gorî çavkaniyên diplomatîk ku ji ajansa nûçeyan AFP re ragihandî, Misir û Qeter ji bo kêmkirina gengeşiyê dixebitin.

Amerîka: Êrîşên Hemasê bi ser Îsraîlê nayên pejirandin

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken dema li gel hempîşeyê xwe yê Urdinî êrîşên Hemas yên bi roketan şermezar kir û daxwaza rawestandina êrîşan kir.

Blinken bang li aliyan kir ku gengeşiyê kêm bikin û gavên ber bi aramiyê ve bavêjin.

YE banga rawestandina şer li aliyan kir

Ji Yekîtiya Ewropa jî deng derke û bi daxuyaniyekê bang li aliyan hat kirin ku ji bo parastina sîvilan, êrîşan rawestinin.

Hat gotin ” êrîşên Xeza yên bi rokêtan li ser sîvîlên Îsraîlê nayên pijirandin û rê li ber mezinkirina bûyerê vedike.

Bilindbûna tundiyê ya li herêmên rojava, di nav de Rojhilatê Qûdsê û Xazayê jî pêwîste were rawestandin.

Borrell: Derxistina malbatên Filistînî ji cihê wan neqanûnî ye

Duh, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve ya YE Josep Borrell jî derxistina malbatên Filîstînî ji rojhilatê Qûdisê bi neqanûnî bi nav kir û şermezar kir.

Ev bûyer jî weke sedemê aloziya li herêmê nîşan da.

Back to top button