Şehîd Mizgîn li Helebê bi merasîmekê hat bibîranîn

Hunermend Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta xwe ya 29. de li Heleb û Kobanê bi çalakiyan hat bîranîn.

Hozan Mizgîn li Navenda Cemîl Horo ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê, bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Çand û Huner Hîdayet Osman axivî û da zanîn ku Mizgîn bi hunera xwe bû nimuneya jinan.

Şehîd Mizgîn li bajarê Kobanê hat bibîranîn

Tevgera TEV-ÇAND û Tevgera Hilala Zêrîn a Kobanê jî bi daxuayniyekê şehîd Hozan Mizgîn bi bîranîn û got:

”Şehîd Mizgîn dixwest Kurdistaneke azad û aram ava bike, em ê jî şobdarên xet û têkoşîna şehîd Mizgîn bin”.

Back to top button