Di êrîşa artêşa Îsraîl ya li ser Xezayê de 27 kes mirin

Şer û pevçûnên di navbera Îsraîlê û Filistîniyan dijwar buye. Şevê din artêşa Îsraîlê li 130 hedefên leşkerî yên Hemas û Îslama Cîhad ên li Xezayê da.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmên Xezayê de 27filistînî hatin kuştin, jê 10 zarok û jinek e.

Heyva Sor a Filîstînê ji aliyê xwe ve ragihand ku di nava sê rojan de 700 Filîstînî birîndar bûne.

Her wiha hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê malek rûxand û avahiyeke sivîl kir armanc. Girêdayî vê, komên filistînî hişyarî dabûn.

Têkildarî mijarê ji ber moşekên komên Filistînê yên avêtin bajarên Îsraîlê yên nêzî Xezayê du îsraîlî hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Komkara Erebî jî bi civîneke onlayîn pêk anîn tê de êrîşên Israîl nerewa dîtin û şermezrakirin.

Back to top button