Sibê pêncşemê dê roja yekemîn a cejna Remezanê be

Wezareta Ewqafê ya Sûriyê ragihand ku roja pêncşemê, 13’yê Gulanê roja yekemîn ji cejna Remezanê ye.

Dadgerê şeri’î yê yekemîn li Şamê û Meclisa Fiqhî ya Îslamê ya Sûrî roja yekemîn a cejnê diyar kirin.

Aliyên navborî diyarkirin ku şeva borî piştî dîtina monga meha Şewalê li Sûriyê, dê îroj”çarşem” temamker be ji Rojiya Remezanê re.

Her wiha roja pêncşemê ya ku dikeve 13’yê Gulanê, dê roja yekemîn ji cejna remezanê be.

Back to top button