Ciwanên Derik û Çilaxa li dijî êrîşên Tirkiyê seferberî ragihandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa dagirker ên li ser Başûr meşeke meşaleyî li Dêrik û Çilaxa li dar xistin û seferberî ragihandin

Meş li Çerxeriya Şehîdan a Dêrikê destpêkir, li pêş Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger vegerî mîtîngê û daxuyaniyek hat dan.

Di daxyaniyê de hat gotin “Ji mêj ve dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd têk bibe û demografiya Kurdistanê bigherîn e.

Ciwanan bang li tevahî rêxistinên ciwanan dikin ku tev li seferberiyê bibin û li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst bisekinin.”

Ciwanên Şoreşger li navçeya Çilaxa jî meşek bi meşaleyan li dar xistin.

Di meşê de diruşmên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Back to top button