QSD: Gelek cih hatin paqijkirin û stargehine çek û cebilxaneyan hatin dîtin

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku, di roja sêyemîn a Operayona wan li gundewarên Dêra Zorê gelek stargehên çeteyên DAIŞ’ê hatin dîtin.

Li gorî navenda ragihanê, li Geliyê Ecîc ê Bakur û Bakur Rojhilatê Dêra Zorê gelek dever hatin paqijkirin û stargehên ku çek û cebilxaneya çeteyan tê de veşartîbûn, hatin dîtin.

Her wiha heman dezgehê eşkere kir, di operayona ku bi hevkariya Koalîsyonê didome, rêyên qaçaxiyê ku ji bo çûnûhatina çeteyan jî dihatin bikaranîn, ketin bin kontrola QSD’ê de.

Back to top button