Li Borkîno Faso, di encama operasyona bi navê El-Kerama ya artêşa welat de, 20 çete hatin kuştin.
Artêşa Borkîna Faso duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Taybet û pergala esmanî, li dijî komên çeteyan opersyona bi navê El-Keramê dane destpêkirin.
Li gorî artêşê di encama operasyonê de, heta niha zêdeyî 20 çete hatine kuştin û 4 nuqte jî hatine ruxandin.
Her wiha gelek çek û ceblixane jî hatin desteserkirin.
Ji xwe ev oprasyon ji 5’ê Gulanê ve ji aliyê artêşa welat ve li bakurê welêt û li dijî komên çeteyan hatiye destpêkirin û tê de, hêzên Taybet, polîs û pergala esmanî jî, cihê xwe digirin.