Efxanistan..Tevî raghandina agirbestê Talîban dest danî ser navçeyekê derveyî Kabulê

Tevî raghandina agirbestê di navbera Tevgera Talîban û hêzên Efxanostanê de, duh şerekî dijwar rû da. Di encama şer de hêzên Talîban navçeya Werdek El-Wista xistin kontrola xwe.

Tevgera Talîbanê ku duşema borî agirbestek bo Cejna Remezanê bi hêzên Efxanî re pêk anîbû, duh agirbest binpêkir.

Hate ragihandin ku hêzên Talîban ji bo navçeya Werdek El-Wista têxe bin kontrola xwe êrîş kirîşê hêzên artêşa Afganî kiriye.

Di encama şerekî dijwar de Talîban dest danî ser navçeyê û hin leşkerên Efxanî kuştin û hin jî dîl girtin.

Berdevkê Talîbanê Zebîh Ellah Mucahid li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî ev yek piştrast kir.

Têkildarî naveçeya li ser şer qewimî, berdevkê Wezareta Hundirîn a Efxanistanê Tariq Eeryan jî daxuyaniyek da.

Tariq Eeryan diyar kir ku hêzên wan, bi awayekî tektîkî ji navçeya ku dibe dergeh ji paytexta wan Kabol re, vekişiyan e.

Tê zanîn, Serokê Talîbanê Eşref Xenî duşema borî ferman ji hêzên xwe re derxist ku pabendiyê bi agirbestê bin, û ji Talîbanê jî heman daxwaz kir.

 

Back to top button