Îran..Ahmedînecad careke din namzetiya xwe eşkere kir

Serokomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînecad diyar kir ku ji bo hilbijartina serokomariyê, bûye namzet.

Medyaya Îranê diyar kir ku îhtîmala Konseya Parastina Destûra Bingehîn berendamtiya Ahmedînecad qebûl bike, gelekî biçûk e.

Mahmûd Ahmedînecad wiha got,

Ger namzetiya wî neyê qebûlkirin ew ê hilbijartinê qebûl neke û tevlî nebe.

Bi milyonan kes ji bo ku ez bibim namzet bang kirin.

Berpirsiyariyeke giran danîn ser milê min.

Ahmedînecad diyar kir ku êdî gel baweriya xwe bi rêveberiyan nayne û ji bo rizgarkirina Komara Îslamê ‘ew şanseke dawî ye’.

Mahmûd Ahmedînecad ji 2005’an heta 2013’an serokomartî kir.

Ji ber ku di Destûra Bingehî de hatiye diyarkirin kes nikare sê caran li ser hev bibe serokkomar, neçar mabû di sala 2013’an de dev ji peywira xwe berde.

Li cihê Ahmedînecad Hasan Rûhanî hatibû hilbijartin.

Ahmedînecad ê ku zêde mûxafazakar û populîst e, 2017’an jî xwestibû bibe namzet lê Konseya Parastina Destûra Bingehîn berendamtiya wî qebûl nekiribû.

Back to top button