Sibê roja yekemîn a cejna Remezanê ye.
Bi boneya cejnê MSD’ê, Kongra Star û PYD’ê bi peyamên cuda Cejn pîroz kirin û hat xwestin ev cejn ji bo civata Îslamê û tevahiya mirovahiyê bibe wesîleya aştî, aramî û azadiyê.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Cejna Remezanê li tevahî muslimanên li Sûriyê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejin bibe dawiya hemû êş, azar, wêraniyê û deriyên aramî û aştiyê li tevahî Sûriyê werin vekirin.
Kongra Star: Em hêvî ne cejn ji bo hemû gelan bibe cejna aştiyê
Kongra Star jî Cejina Remezanê li hemû gelan, bi taybet li malbatên şehîdan pîroz kir û got:
Em bi hêvî ne Cejn bibe cejina hêvî, ewlehî û aşîtiyê ji bo hemû gelan.
PYD’ê: Em hêvî dikin şer raweste û gelên koçber vegerin warên xwe
Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi peyamekê cejna Remezanê li gelên tevahî Sûriyê pîroz kir û got:
Em hêvî dikin ku li tevahî deverên Sûriyê şer raweste û gelên koçberbûyî vegerin warên xwe.