Şêxo: Bi cihkirina kesên Tirkman dewleta Tirk planek xeternak pêk tîne

Dewleta Tirk ji dema dagirkerina Efrînê û pêde sûcên guhartina demografîk pêk tîne.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî Ibrahîm Şêxo ji televezyona me re diyar kir ku dewleta Tirk bi cihkirina kesên Tirkman planeke xeternak li Efrînê dimeşîne û da zanîn li gel wê jî fikrên tundrew di nav zarokan de ferz dike.

Ji dema dagirkirina Efrînê dewleta Tirk hewil dide demogarfiyê herêmê biguharîne û fikirê tundrew jî bisepîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan beriya du rojan di raporeke xwe de van sûcan eşker kir.

Di raporê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo guhartina demografî, ji bilî koçberkirina 300 hezar Efrînî û bicihkirina 400 hezar kes li şûna wan, sûcên revandin û kuştinê pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî Ibrahîm Şêxo ji televezyona me re axivî.

Şêxo piştrast kir ku, komele û rêxistinên ku qaşo xêrxwaz in yên ji Kiwêt û Qeterê destekên darayî didin, da ku wargehan ji malbatan çeteyan bên avakirin.

Şêxo eşker kir ku bi cihkirina kesên Tirkman dewleta Tirk planeke xeternak li Efrînê dimeşîne.

Şêxo da xuya kirin ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya lidarxistina referandûmek gelêrî di salên pêşda, Efrîn weke herêmek Tirkmanî xuya bike.

Her wiha Şêxo helwesta hikumeta Şamê û Rûsiya a li dijî van kiryaran rexne kir û daxwaz ji wan kir ku destêwerdanê bikin û guhertina demografî rawestînin.

Dewleta Tirk fikrên tundrew li ser zarokên Efrînê ferz dike

Di vê çarçovayê de jî malpera Afrinpost ragihand ku dewleta Tirk bi rêya komeleyên ku qaşo xêrxwaz in, fikirê tundrew li herêmên dagirkirî belav dikin.

Li gorî malperê, bi serperiştiya Gerînendeteya Perwerde û Fêrkirinê ya dewleta Tirk a li Efrînê, 162 zarok temenên wan di navbera 8-15 salî yên ku Quran ezber kiribûn, xelat kirin.

Malperê destnîşan kir ku ji ber zarokên wan bi van ramanan bandor dibin, şêniyên Efrînê bi fikar in.

Her wiha di wêneyên ku li ser malperan tên weşandin xuya dibin ku zarok di dibistanan de tevî hildana ala dagirkerî, sloganên saziya Gurên Boz a nîjadperestên Tirk fêr dibin .

Back to top button