Sancar û Ozsoy bi Koma Sosyaliît û Demokratan a Parlamana Ewropî re civiyan

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevberdevkê Komîsyona Têkilyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy tevlî civîna online a Koma Sosyalîst û Demokratan a PE’yê bûn.

Mîthat Sancar derbarê geşedanên dawî yên li Tirkiyê axivî û diyar kir ku divê têkiliyên YE û Tirkiyê li ser parastina mafên mirovan û bilindkirina demokrasî û hiqûqê ava bibe.

Sancar diyar kir doza girtina HDP’ê û rûniştina pêşî ya Doza Kobanê bi kontrola desthilata Tirk rê ve diçe,
û da xuyakirin ku bicihneanîna biryarên DMME’yê jî nîşan dide ku li Tirkiyê daraz ne serbixwe ye.

Sancar diyar kir ku divê welatên Ewropa li dijî otorîterbûna li Tirkiyê xwedî helwesteke hevpar bin.

Sancar da zanîn ku nirxên azadiyê ku HDP parastina wan ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn jî girîng e.

Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan Garcîa Perez jî got parlamenterên Ewropayê dê piştevaniya xwe ji HDP’ê re bidomînin.

Back to top button