Wê dosyayên 11 girtiyên din ên Behdînanê ji dadgeha Hewlêrê re bên şandin

NY nerazîbûn nîşanî zext û êrîşên li ser rojnamevan û çalakvan yên li başûrê Kurdistanê da.
Parêzerên girtiyên Behdînanê jî diyar kirin ku dê dosyayên 11 girtiyên din ji Dadgeha Hewlêrê re bên şandin.

Parêzer Beşar Hesen li ser navê Parêzerên girtiyên Behdînanê diyar kir piştî ku Dadgeha Temyîzê biryara cezayên 6 sal girtgehê yên 5 rojnamger û çalagerên Behdînanê erê kir, wê dosyayên 11 girtiyên din yên Behdînanê ji Dadgeha Hewlêrê re bê şandin.

NY banga bidawîkirina zextên li ser rojnamegeran kir

Li aliyekî din, Nûnera NY ya Iraqê Jeanine Hennes derbarê rewşa Iraq û Başûrê Kurdistanê de raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY kir.

Di raporê bang li desthilata Başûrê Kurdistanê hat kirin ku dev ji girtin û binçavkirina kesên ku bi awayekî yasayî nerazîbûna xwe tînin ziman, berde.

Li gorî NY “33 rojnameger û çalakger bêyî sedem hatine girtin, destûr nayê dayîn ku parêzer biçin serdana van kesan û malbat jî nayên agahdarkirin.”

Back to top button