HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna hêzên gerîla li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek weşand û diyar kir 11’ê Gulanê gerîla li ser Girê Şehîd Serhed a Metîna li dijî leşkerên Tirk yên dagirker çalakî pêk anîn û derb li dagiran hate xistin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker roja 11 û 12’ê Gulanê bi helîkopter û balafirên şer êrîşî herêmên Avaşîn, Metîna, Zap, Şkefta Birîndaran, Zendûra û Qela Bêdewê kirin.
Hat diyar kirin ji ber bombebaranê ziyan negihiştiye hêzên gerîla.