Hêzên Sûriya Demokratîk di opresiyona xwe ya di roja 4 an de ye 14 çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Ev operasyon li geliyê El-Ecîc a li gundewarê bakur û bakurê rojhilatê Dêra Zorê pêktê.
QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bejahî û asman ve, 14 çetyên DAIŞ’ê li devera Şihêl ya li Rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Hat diyar kirin li ser van çeteyan gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Ji 23`ê Adara 2019`an ve, dema tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de li Baxozê hatibû ragihandin, operasyonên QSD`ê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê didomin.