Gelek madeyên kîwyawî di nava ava Firatê de derdikevin

Rêveberiya Şaredariya Tebqayê diyar kir ku ji ber kêmbûna asta ava Firatê, gelek madeyên kîmîyawî di nav ava Firatê de derketin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker asta herikîna ava çemê Firatê kêm kir, çem veguheriye rûbarên biçûk ku nîşaneyên qirêjbûnê li beravên wê yên mayî xuya dibin.

Rêveberê Beşa Hawrîdorê ya Komîteya Şaredariyan li Tebqayê Cemal Ebdullatîf diyar kir ku di nimûneyên avê ku di labratoran de hatine testkirin madeyên kîmyawî û gelek semadên çandiniyê yên ku ji nava zeviyan herikîne ava çem, derketin.

Ebdullatîf tekez kir çareseriya tekane a qirêjbûna ava Firatê û parastina herêmê ji keraseteke muhtemel ew ku Dewleta Tirk ava çemê Firatê bide herikandin.

Back to top button