Bi nêzîkbûna hilbijartinan re dek û dolabên AKP’ê dest pê kir.
Desteya Hilbijartinê ya Seyhanê, lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê wekî hincet nîşan da û li navçeyê buroyeke hilbijartinê ya HDP’ê girt.
Li Edeneyê 19’ê Adarê polîsan bi hinceta “wêne û posterên qedexe hene” avêtin ser navenda hilbijartinê ya HDP’ê ya li Taxa Ovayê.
Di dema avêtina ser navendê de polîsan dest danîbû ser posterên Rêber Ocalan û Zulkuf Gezen.
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê de Desteya Hilbijartinê ya Seyhanê buroya hilbijartinê girt.
Di biryarê de wekî hincet wêneyên Ocalan, û pirtûke hatin nîşandan û hat diyarkirin ku ev hemû sûc in