Hevpeymaniya Erebî 8 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan rûxandin

Şerê di navbera Artêşa Yemen û Hûsiyan de didome. Hevpeymaniya Erebî rûxandina 8 balarinên bêpîlot û 3 mûşekên palistî yên Hûsiyan ragihand.

Hevpeymanê da xuyakirin ku 8 balafirên bêpîlot û 3 mûşekên palistî yên ku Hûsiyan vê sibehê bi armanca kuştina sivîlan ber bi Erebistana Siûdî ve berdabûn, hatin rûxandin.

Fermandarê Hûsî Ebû Qeys El-Meronî û 2 kesên pê re jî, li rojavayê parêzgeha Meiribê hatin kuştin.

Li bajarê Hîsê keçeke 4 salî bi guleya sekvanekî Hûsî birîndar bû

Li aliyekî din, li bajarê Hîs ê başûrê parêzgeha Hudeydayê keçeke 4 salî duh bi guleya sekvanekî Hûsî bi giranî hat birîndarkirin.

Keça 4 salî niha li nexweşxaneya Bijîşkên Bêsînor a li bajarê مخا Mixayê tê dermankirin.

Back to top button