Bedran Çiyakurd: Qebûlkirina siyasî ya Rêveberiya Xweser gav bi gav pêş dikeve

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bedran Çiyakurd diyar kir ku êdî di qada navdewletî de her kes Rêveberiya Xweser weke nimûneyeke çareseriya Sûrî dibîne.

Naskirina Rêveberiya Xweser îroroj di rojeva dewletên cîhanî û hêzên heremî de ye.

Di derbarê vê mijarêde Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bedran Çiyakurd ji televîzyona me Ronahî Tv re axivî.

Bedran Çiyakurd diyar kir ku bi serdana şandeyên derve ve rêya qebûlkirina siyasî ya Rêveberiya Xweser gav bi gav pêş dikeve.

Çiyakurd diyar kir ku Rûsya û Amerîka ji wan re eşkere dibêjin ku Şam û Dewleta Tirk li dijî statûya Rêveberiya Xweser derdikevin, ji ber wî jî krîza Sûrî çareser nabe.

Çiyakrud teqez kir ku bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser ti hevdîtinên diyalogan wê encam negirin.

Back to top button