78 dîlên Artêşa Niştimanî hatin berdan

Li jêr navê “lihevjhatinê” 78 dîlên artêşa Lîbî ya bi serperiştiya Xelîfa Hefter serbest hatin berdan.

Şevê din Çarşemê 78 leşkerên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku di operasyona li ser Terablusê de hatibû dîlkirin, hatin berdan.

Ev serbestberdan di şahiya ku bi boneya Cejna Remezanê hatibû lidarxistin de, pêk hat.

Lîbya û Misir awayên pêkanîna aramiyê nîqaş kirin

Ji bo danîna hîmên aştiyê jî, nûnerê Misirê yê mayînde li NY, balyoz Mihemed Idrîs bi hempîşeyê xwe yê Lîbî Tahir el-Sunî re civiya.

Aliyan, şêwazên peydakirina bernameyên ji bo Lîbyayê pêwîst nîqaş kirin, ew jî li gorî xwestekên hikumeta Lîbî ya demkî.

Her wekî çawaniya pêkanîna encamên diyalogên siyasî yên Lîbî û biryarên Konseya Ewlekariyê yên ji bo hilbijartinan jî mijarên nîqaşê bûn.

Back to top button