YPJ DER BARÊ VÊ SERKEFTINÊ DE DAXUYANIYEK DA

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê li bajarê Hesekê bi merasîmek leşkerî serkeftina şervanên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin û daxuyaniyek da.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Bi navê fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û tevahî şervanên jin em vê serkeftina dîrokî li hemû mirovahiyê pîroz dikin.

Têkoşîna me ya rizgarkirina axa herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji dest DAIŞê sala 2014an li Cezayê dest pê kir, û 23 Adara 2019an li Baxozê ala serkeftinê hete bilindkirin.

Ji destpêka 2012an ve yekîneyên me li hemberî hêzên tundrew yên dixwestin desthilatdariya xwe li ser herêma me ferz bikin û jin û civakê kole bikin, di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de diya kir ku li djî çeteyên DAIŞ û yên dewleta trik a dagiker YPJ’ê di çeperên pêş de cihê xwe girt û wiha bi dawî kir;

Li kobanê bi berxwedanek dîrokî û bi pêşengtiya Arîn Mîrkan tunekirina DAIŞ hat destpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button