Hêzên Sûriya Demokratîk, îro vê sibehê bêbandorkirin û girtina şaneyeke mezin a DAIŞ ku dixwest êrîşan pêk bîne, ragihand.
QSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di saetên serê sibehê de, hêzên wan operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li bajarokê Şihêl a parêzgeha Dêra Zorê pêk anî.
QSD’ê diyar kir ku vê şaneyê dixwest êrîşên terorîst di cejnê de bikira.
Li gorî daxuyaniyê, 39 çete hatin girtin û hejmarek çek û amûrên bi wan re jî ketin destê şervanan.
Duh jî Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona xwe ya li Geliyê Ecîc bi dawî kir; ku di nava 4 rojan de, 14 çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê heman parêzgehê girtin.