Pêşmergeyên Dêrîn: Divê li hemberî dagirkeriyê helwest werin nîşandan

Pêşmergeyên Dêrîn ên bajarokê Kifriyê yê Germiyanê der barê êrîşên Tirkiyeya dagirker de, mixabiniya xwe li ser bêdengiya “partiyên Başûrê Kurdistanê” anî zimên.

Pêşmergeyan got ku partiyên herêmê ji tirsa Îran û Tirkiyê, nikarin dengên xwe hemberî êrîşên dawî bikin.

Pêşmergeyan amadebûna xwe bo şerê li dijî dagirkeriyê anî ziman û banga nîşandana helwestê û rûbirûbûna dagirkeran li tevahî gelê Kurd kir.

“Divê Kurd û rêxistinên civaka sivîl fişaran li dijî dagirkeriyê bikin”

Nivîskar û çavdêrê siyasî Sîrwan Heme Salih jî da xuyakirin ku sedema lawazbûna hêzên siyasî yên Başûr li hemberî dagirkeriyê, lawazbûna statuya siyasî ya li herêmê bi xwe ye.

Salih destnîşan kir ku divê Kurd û rêxistinên civaka sivîl li dijî dagirkeriyê fişaran bikin.

”Tirkiye li Garê şikest, niha li Zap, Metîna û Avaşînê jî dişkê”

Zanyarê Siyasî û Nivîskar Cemal Çelkî jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên parastina Medyayê ji ajansa Mezopotamiyayê re axivî.

Cemal Çelkî anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan lewazkirina hêza Kurdan a li herêmê da ku da herêmê dagir bike.

Cemal da zanîn ku di van êrîşan de tenê gerîla zirarê nabîne lê belê leşkerên dewletê jî tên kuştin û got,

PKK, ji ber pirsgirêka Kurd tê înkarkirin û neyê çareserkirin têdikoşe.

Li şûna ku Tirkiyê vê yekê qebûl bike û li ser maseyê çareser bike, şer û kuştin hilbijart.

Nivîskar Cemal diyar kir ku Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê û got:

“Tirkiye bi dehan, sedan operasyonên din jî çêke encamê nastîne, ji ber ku bi mêtîngeriyê serkeftin çênabe.”

Zanyarê Siyasî Cemal Çelkî helwesta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li dijî van êrîşan rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî,

“Bêdengiya hikûmetê ya li hemberî êrîşan nayê qebûlkirin, sedema êrîşên Tirkiye ne hebûna PKK’ê ye.

Eger PKK li herêmê nebûya, niha Tirkiye hemû Başûrê Kurdistanê dagir kiribû.”

Back to top button