LEYLA GUVEN 140 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ DI GREVÊ DE YE

Berxwedana li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan çalakî û grev didomin.
Ev berxwedan bi pêşengiya Leyla Guven 140 rojin dest pê kiriye.
Tevî rewşa Guven a xerab jî Dadgehê biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê.
Her wiha Rêxistinên HDP û DBP yên Êlihê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar krin.

Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest pêkiriye, hem li hundir û hem li derve belav dibe.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 140 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Çalakiya Parlementera HDP’ê Dersîm Dag 25 rojin didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç di roja 20’an de ye.

Sedat Akin 80 roj, Gurbet Ektîren 70 roj, Semra Alkan 79 roj û Îhsan Sinmiş 29 roj in di greve de ne.

DADGEHÊ BIRYAR DA KU LEYLA GUVEN BI ZORÊ BIBIN DANIŞÎNÊ

5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 140 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi zorê bibin danişînê.

Der barê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” doz vekiribû.

Bi hêceta ku Guven îfade nedaye dadgeha Rihayê, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna Guven a bi ferman hat dîtin.

Dadgehê biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê.

Guven nikaribû beşdarî danişînê bibe û parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.

LI ÊLIHÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞ LI DAR XISTIN

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hem grevên birçîbûnê; hem jî nerazîbûn û bertek zêde dibin.

Rêxistinên HDP û DBP yên Êlihê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar krin.

Her wiha di meşê de piştgiriya bi grevên birçîbûnê re jî hat dayîn.

DAYIKÊN AŞTIYÊ YÊN SÊRTÊ: TECRÎD MIRIN E BILA MIRIN BI DAWÎ BIBE

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan, derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, li Avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Endaman, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe yên digreva birçîbûnê dene û bertek nîşanî bêddengiya heyî dan.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxuyanî da.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Tecrîd mirin e bila mirin bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button