HPG: Li Metîna 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand li herêma Metîna ya başûrê Kurdistanê di encama çalakiyên bejahî û hewayî yên gerîla de derbên giran li leşkerên Tirk yên dagirker hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek da û diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de 12’ê Gulanê gerîla li herêma Metîna dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Azad çalakiyeke sabotajê kirin.

Hat diyar kirin di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha HPG’ê da zanîn Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 11’ê Gulanê jî li leşkerên ser Girê Zendûra ya herêma Metîna xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 11 û 12’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êrîşî herêmên Avaşîn û Zapê kirin.

Hat diyar kirin ji ber bombebaranê ti ziyan negihişt hêzên gerîla.

Back to top button