Hemas: Di nava 2 rojên dawiyê de 83 Filistînî mirine

Tevgera Îslamî ‘Hamas’ ku Şerîda Gazzeyê kontrol dike, ragihand ku ji doh ve di êrişên Îsraîlê de 83 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li welat di nava 7 salên dawiyê de şerê herî xurt çêdibe.

Serokomarê Îsraîlê Rivlin diyar kir dibe ku aloziya heyî ber bi şerekî navxweyî ve here û hêvî û rica ji aliyan kir ku şer rawestînin.

Ji 2014’an ve piştî şerê Xeza û heta niha yekem care ku şerekî ewqas dijwar rûdide.

Li gorî daxuyaniya Hamasê, di êrişên hewayî yên Îsraîlê li Şerîda Xezayê 16 kesên din hatin kuştin.

Doh jî dema destpêkirina şerê navbera Hamas û Îsraîlê û vir ve, hejmara Fîlîstîniyên hatin kuştin gihîşt 83 kesî.

Hamasê ragihand ku ji kesên hatine kuştin 17 jê zarokin.

Her wiha 487 Fîlîstînî jî birîndar bûne.

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, avahiyeke ji deh qatî ya li Şerîda Xezayê kir armanca êrîşan.

Li vê avahiyê buroyên qenala televîzyonê ya El Aqsayê jî lê bû.

Ev avahî sêyemîn avahiya mezin a Şerîda Gazzeyê bû.

Li aliyê Îsraîlê jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 7 kes.

Çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê doh ragihand ku ji Xezayê derdora hezar roketî hatine avêtin.

Di daxuyaniya sibeha Pêncemê de jî hate ragihandin ku hezar û 500 roket hatine avêtin.

Ji ber êrişa bi roketan, seferberên balafiran ên ber bi Tel Avîvê hatin rawestandin û berê balafiran dan Balafireha Ramonê ya li başûrê welêt.

Serokomarê Îsraîl Rivlin: Ez rica dikim şer rawestînin

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin balkişand ser metirsiya derketî û got,

Ev yek dibe ku bibe sedema metirsiya şerê navxweyî.

Rivlin di axaftina xwe ya li gel Kanala 12 de, anî ziman ku ew niha şereke bê sedem ava dikin û banga rawestandina şer kir.

Back to top button