Jimara çeteyên li Swêdê ji 200 derket 2000’an!

Polîsên Ewlekariya Swêdê di rapora xwe ya sala 2020’an de diyar kir ku hejmara çeteyên dixwazin şîddetê bikin roj bi roj zêde dibe.

Di rapora par ya Sapoyê de ya ku li ser Îslamîzma şîddetê diparêze amade kiribû, derket holê ku çeteyan hêzeke xurt wergirtine.

Li gorî rapora sala 2020’an hejmara çeteyan di nava 10 salan de ji 200’î derketiye 2000’an.

Wezîrê Karê Navxweyî Mîkael Damberg, pisporên ewlekariyê û siyasetmedarên berê tevlî bernameya SVT 2 a Swêdê bûn û diyar kirin ku tevdîrên Swêdê ya li dijî DAÎŞ û komên Îslamî yên tund hindik e.

Damberg li xwe mikur hat û diyar kir dema bi sedan çeteyên DAIŞ’ê çûn Sûriyeyê û tevlî wê bûn, tu amadekariya Swêdê tunebû û got:

Niha me jî gelek tişt kir.

Bi yekîtiyeke siyasî ya berfireh me peymanên li ser terorê kir, me ceza girantir kir û gerên ji bo terorê jî qedexe kir.

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê jî kesên dikarin ewlekariyê têxin rîskê jî kontrol kir.”

Pisporan jî diyar kirin ku ew polîtîkaya Swêdê ya di vî warî de têr nake û vê tişta ku hatiye kirin tê wateya îxaneta li gelên Swêdê.

Back to top button