Xwepêşandanên li dijî hikumeta Kolombiya careke din despê kir

Li Kolombiya xwepêşandanên li dijî hikumetê careke din despê kir. Piştî danûstandinê navbera Komîteya Greva Netewî û hikumetê de encam negirt, careke din kolanên welat bûn qada xwepêşandanê.

Li ser banga Komîteya Greva Netewî tevî paytext Bogota li bajarê Medelllin, Cali, Baranquilla û Popayan di nav de bi hezaran kes daketin qadan.

Xwepêşandêrên li qadan li dijî Serokdewlet Ivan Duque hêrsa xwe nîşan dan.

Her çiqasî xwepêşandan bi awayekî aram despêkiribe jî lê li kolanên paytext Bogota careke din navbera polîs û çalakgeran de pevçûn derket.

Di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li bajarê Popayan jî dema komek xwepêşandêran dixwestin dikanekê talan bikin, polîsan êrîşî wan kir.

Di encamê de 22 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Li welat 28’ê Nîsanê li dijî reforma bacê xwepêşandanan despê kiribûn.

Piştre jî ev xwepêşandan veguherî bû daxwaza guhertina deshilata welat.

Di encama tundiya polîsan de 42 xwepêşandêr hatibûn kuştin.

Meşa ku heyî di saetên şevê de veguherî pevçûnên navbera xwepêşandêr û polîsan de.

Back to top button