Berxwedana li zindanan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo û bi dawîkirina binpêkirinên mafên Mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome. Parêzer Cemîle Tûr-halli diyar kir ku Tirkiye di mijara tecrîdê de sînoran nas nake.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan didome.

Çalakiya grevê bi koma 34’an 168 roj in dewam dike.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li Mexmûr jî 147 roj li pey xwe hişt.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya çalakiyên grevê 130 roj in di çalakiyê de ne.

Parêzer Cemîle Tûrhalli: Tirkiyê di mijara tecrîdê de sînoran nas nake

Parêzer Cemîle Tûrhalli jî diyar kir ku biryara astengkirina hevdîtinê biryareke wezareta edaletê ye û got:

Li gorî destûra bingehîn û qanûnê Tirkiyeyê, her wiha li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyê mohra xwe lê daniye, mafê hikumxwaran e ku bi rêk û pêk parêzer û xizmên xwe bibîne.

Parêzer Cemîle di dawiyê de dibêje:

Tirkiyê di mijara tecrîdê de sînoran nas nake.

Ji xwe di greva birçîbûnê de girtiyên ji derfetan bêpar, bedena xwe datînin ber birçîbûnê û bi vê sekna polîtîk daxwazên xwe tînin ziman

Dayikên Girtiyan: Têkoşîna me qet neqediya

Fatma Etug û keça wê Zekîye Etug ên bi salan e li hêviya windayên xwe ne diyar kirin ku şîn û têkoşîna wan tu carî bi dawî nebûye û gotin:

Ev 26 sal in em bajar bi bajar li wan digerin, em ê li ser doza xwe bin û dev ji riya xwe bernedin.

Heta ku windayên me werin dîtin jî em ê daxwaza wan bikin û hesabê wan bipirsin.

Back to top button