Pêla nerazîbûnên xelkê Başûrê Kurdisatnê derbarê biryara girtîgehê a derbarê 5 rojnameger û çalakvanên Behdînanê mezin dibe.
Şêniyên navçeyên Silêmaniyê û Hewlêrê bi çalakiyan bîryar şermezar kirin û banga berdana girtiyan kirin.
Li Başûrê Kurdistanê bertekên dijî biryara cezakirina 5 rojnameger û çalakvanên Behdînanê berdewam dikin.
Li Parka Giştî ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi çalakiyekê biryara cezakirina rojnameger û aktîvîstên Behdînanê hate şermezarkirin.
Li navçeya Koyê ya Hewlêrê banga berdana girtiyan hat kirin
Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê jî mamosta û çalakvanan li dijî biryara cezakirina rojnameger û aktîvîstên Behdînanê çalakiyek li dar xist û banga berdana wan kir.
Li Kelarê biryara cezakirina girtiyên Behdînanê hat şermezarkirin
Welatiyên naçveya Kelar a Germiyanê jî li dijî biryara cezakirina rojnameger û aktîvîstên Behdînanê çalakiyek li dar xist û daxwaza berdena wan kir.