Li bajarê Strasboûrg a Fransayê çalakiya rûniştinê di roja 2’yan de ye

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê, çalakiya rûniştinê ya bi armanca azadiya rêber Ocalan û dijî êrîşên dagirkeriyê di roja 2’yan de dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) bi drûşmeya ‘Li dijî dagirkirin û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Meîna; Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê di roja duyemîn de ji aliyê koma çepgir ve hate ziyaretkirin.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku êrîşa 24’ê nîsanê ya dewleta Tirk a li ser herêmên Parastinê yên Medyayê tê wateya qirkirina gelê Kurd.

Bang li hemû mirovahiyê hat kirin ku xwedî li gelê Kurd derkevin û li dijî dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemînin.

Back to top button